Li Hesekê şer berdewam e

Çend taxên giring hatine kontirolkirin.

K24-Hesekê

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) taxa Xiwêran û Neşwa bi temamî kontrol kirin, herwiha gelek xalên girêdayî alîgirên rêjîma sûriyê ji destên wan derxînin.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Hesekê ragehand ku,  hêzên rêjîmê di çarkoşeya ewlehiyê de dorpêçkirî ne, herwiha Şervanên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) taxa Xiwêran û Neşwa bi tevahî kontrol kirin, herwiha gelek xalên girêdayî alîgirên rêjîma sûriyê ji destên wan derxînin.

Li gor peyamnêrê K24ê aşkere kir ku, çekdarên rêjîmê bi awayekî korane taxên bajarê Hesekê topbaran dikin.