Urdinê bo perwerdeya zarokên Sûriyê 100 milyon dolar werdigire

Li gor Neteweyên Yekbûyî, 600 kezar û 50 penaber li Urdinê tomarkirî ne. Lê Hikûmeta Urdinê dibêje ku, hejmara wan digihe yek milyon û 300 hezar penaber.

 K24ê Navenda Nûçeyan

Li Urdinê her yek ji Amerîka, Brîtanya, Siwîsra û Nerwêcê rêkeftinek ligel wî welatî imze kirin, tê de ew welat dê 100 milyon dolar bi armanca perwerdekirina zarokên Sûriyê yên ku li Urdinê penaber in, bidin Urdinê.

Hikûmeta Urdinê daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku, wan ew rêkeftin ligel hin welatan îmze kirine tê de ew welat dê 97 milyon û 500 hezar dolar bo karta xwendin û perwerdê ji zarokên Sûriyê re terxan kirine.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê pilandananê ya Urdinê da zanîn ku, ew rêkeftin di çarçoveya piştgiriya civaka navdewletî ji karta xwendin û perwerdê re tê, da ku zarokên sûriyê bê xwendin nemînin.

Herwiha rêxistina Mafê Mirovan (HRW) pêşwaziya wê gavê kir û amaje bi rola Urdinê di dabînkirina xwendinê bo zarokên Sûriyê kir.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, 600 kezar û 50 penaber li Urdinê tomarkirî ne. Lê Hikûmeta Urdinê dibêje ku, hejmara wan digihe yek milyon û 300 hezar penaber.