Barzanî: Guhertinên mezin li navçeyê di rê de ne

"Piroseya aştiyê pir giring e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku, hevdîtina wî ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan gelekî giring bû, da zanîn ku şerê li dijî, proseya aştiyê û dibistanên Gulen, babetên herî giring ên danûstandinan bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di kongireyeke rojnamevanî de li Enqerê paytexta Tirkiyê ragehand ku, şerê li dijî DAIŞê mijara sereke bû di hevdîtina wan de, da zanîn ku, guhertineke mezin li navçeyê di rê de ye, lewma pêwîstiya me bi hemahingî û hevdîtinên zêde heye.

Barzanî derbarê proseya Aştiyê jî wiha got: "Piroseya aştiyê pir giring e lê kareke zêde ji bo yekê pêwîst e, lê mixabin di vê dema dawiyê de tiştên gelek nexweş rûdane,  em hêvîdar in ku careke din prose destpê bike."

Herwiha di kongreya rojnamevanî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd diyar kir ku, babeta dibistanên ser bi Gulen jî hatine gotûbêjkirin û diyar kir, ku aliyan li ser çareseriyekê guncaw lihev kirine ku ziyan negehe xwendekarên Herêma Kurdistanê.