30 çekdarên DAIŞê li nêzîkî sînorê Urdinê hatin kuştin

Çekdarên DAIŞê êrîşî li ser bingeheke leşkerî ya opozîsyona Sûriyê kirin û di encamê de 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê êrîşî li ser bingeheke leşkerî ya opozîsyona Sûriyê kirin û di encamê de 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor jêderên bi ser opozîsyona Sûriyê, li nêzîkî sînrê Sûriyê û Urdinê duh çekdarên DAIŞê bi bombe û çekên giran êrîşek birin ser bingeheke leşkerî ya opozîsyona Sûriyê, di encamê de jî 30 çekdarên hatin kuştin û bi kêmahî 3 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.

Berdevkê bi navê opozîsyonê Se'îd Sêf ragehand ku, xwekujekî hewl da bi riya otombêleke bombebarkirî derbasî heman bingehê bibe, di ji bo xwe biteqîne, lê çekdarên opozîsyonê ew êrîşê têk şikand.

Berya niha di meha Hezêranê de êrîşeke xwekujî li heman deverê  hatibû encamdan û tê de 7 ji hêzên parastina sînorê Urdinê tê de hatibûn kuştin. Çekdarên DAIŞê berpirsyaretiya xwe derbarê wê êrîşê de ragihandibû.