Ramî Ebdilrehman: “Amerîka dest ji Kurdên Sûriyê berda”

Piştî derbasbûna 10 tankên artêşa Tirkiyê û topbarana çend demjimêran ji topxaneya Tirkiyê ji Ceralblusê re, du sal ji desthilatdariya DAIŞê li wî bajarokî bidawî bû. Serokê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman jî dibêje “Vekişandina bê şer ya DAIŞê ji Cerablusê şanoyek bû, da ku xewna Kurdan li bakurê Sûriyê têk bibe.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî derbasbûna 10 tankên artêşa Tirkiyê û topbarana çend demjimêran ji topxaneya Tirkiyê ji Ceralblusê re, du sal ji desthilatdariya DAIŞê li wî bajarokî bidawî bû. Serokê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman jî dibêje “Vekişandina bê şer ya DAIŞê ji Cerablusê şanoyek bû, da ku xewna Kurdan li bakurê Sûriyê têk bibe.”

Di vê derbarê de Serokê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman ji “Sky News” re ragihand, bo Tirkiyê rola DAIŞê nema, operesyona rizgarkirina Cerablusê şanoyek bû, bo derbasbûna artêşa Tirkiyê bo Sûriyê.

Ebdilrehman got: “Serkirdeyên DAIŞê têgihêştin ku siyaseta Tirkiyê derbarê sînorê wê başûr de hate guhartin, ji ber wê yekê ferman dan ku ji Cerablusê vekişin. Ev yek jî berî çend rojan bi zanebûn û razemendiya MITa Tirkiyê hate kirin.”

Ebdilrehamn got jî: “Cerablus deriyê dawiyê yê DAIŞê bo cîhana derve bû, vekişandina bê şer ya DAIŞê ji Cerablusê, şanoyek bû, da ku xewna Kurdan li sînorê Tirkiyê yê başûr têk bibe.”

Ebdilrehaman hevrûkirinek di navbera operesyona Cerablus û Minbicê de çê kir û got: “Operesyona rizgarkirina Minbicê zêdetirî 2 mehan ber xwe da, herwiha bêhtir ji yek hezar û 100 çekarên DAIŞê hatin kuştin û DAIŞê xelkê sivîl wek mertal bikar dihanîn, lê li Cerablusê ti şer û pevçûnên tund di navbera DAIŞ û çekdarên opozîsyonê de rû nedan.”

Herwiha Ebdilreham got ku, Amerîka piştevaniya xewna Kurdan li bakurê Sûriyê dikir, ku herêmeke Autonomy ji rojavayê çemê Dîcleyê û heta sînorê Lîwa Iskenderonê ava bike, da ku ev yek pêk were diviyabû hêzên Kurdî çemê Firatê derbas bikin û Minbic û Cerablusê rizgar bikin, lê Amerîka nexwast Minbic bilez bê rizgarkirin, da ku DAIŞ û wek fişarekê li dijî Tirkiyê pêk bîne.”

Ebdilrehman domand jî: “Lê nêzîkbûna Rûsî û Îranê ligel Tirkiyê, neçar kir ku Amerîka dest ji Kurdan berde, ev yek jî bi zelalî di daxuyaniyên Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden de aşkere bû, gava ji hêzên Kurdî xwast ji rojavayê çemê Feratê vekişin.”