Kobanê: Artêşa Tirkiyê sînor derbas dike
K24 – Kobanê
Artêşa tirkyê bi alavên kolandinê, digel çend leşker û karkeran, ku zêdetir ji 10.m sînorê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Kobanê derbas kir. Xelkê Kobanê jî derketin xwepêşandanên şermezarkirinê.
Li gor peyamnêrê K24 li Kobanê, zirîpoşên artêşa Tirkiyê digel alavên kolandinê, leşker û karkeran sînor derbas kirine û bi karê kolandinê rabûn û vegeriyane, ku tê pêşbînîkirin dîwar yan bingehên çavdêriyê ava bikin.
Herwiha li dijî derbasbûna artêşa Tirkiyê ji nava xaka Rojavayê Kurdistanê, bi sedan xelkê Kobanê li ser sînor derketin xwepêşandanan û ev kiryarên artêşa Tirkiyê şermezar kir.
Artêşa Tirkyê li dirêjahîya sînorê xwe bi Rojavayê Kurdistanê re bi hinceta parastina sînorên xwe ji derbasbûna teruorist û penaberên neyasayê, dîwaran ava dike.