Fransa bo Rojavayê Kurdistanê hişyariyê dide Tirkiyê

Wezîrê Derve yê Fransayê hişdariyê dide Tirkiyê, ku di destêwerdana Sûriyê de, rûbirûyî pirsa Kurdî bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê hişdariyê dide Tirkiyê, ku di destêwerdana Sûriyê de, rûbirûyî pirsa Kurdî bibe.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault ragihand ku, karekî baş e Tirkiyê bi aşkere beşdarî şerê li dijî DAIŞê dibe û sînorê xwe diparêze.

Lê di heman demê de Ayrault hişyar da Tirkiyê ku, destêwerdana di Sûriyê de tundûtûjiyê bike û rûbirûyî pirsa Kurdî bibe.

Ayrault tekezî li ser wê yekê kir ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) roleke wan ya baş heye di şerê li dijî DAIŞê de.

Tirkiyê bi piştgiriya hêzên navdewletî di 24ê Tebaxê de bi firokeyên şer ji esman û bi tank û topan operasyona  bi navê "Mertalê Feratê" bo girtina Ceralblusê dest pê kir.

Li gor pişporên leşkerî dibêjin ku, armanca destêwerdana Tirkiyê bo nava xaka Sûriyê re, rêgirî li pêş avakirina Kurdistana Sûriyê ye.