Îlham Ehmed: Tirkiyê serweriya dewleta Sûriyê binpê dike

Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Îlham Ehmed dibêje, dewleta Tirkiyê tolê ji serkeftinên HSD û YPGê vedide.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a67a06a8-0e55-49ec-bcde-d5f7d9eb594c/ilham%20Ehmed.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka  Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Îlham Ehmed dibêje, dewleta Tirkiyê tolê ji serkeftinên HSD û YPGê vedide.

Hevseroka  ESDê û di heman demê de serkirde di TEV-DEMê de Îlham Ehmed di çarçoveya hevdîtinekê ligel K24ê ragihand ku, niha hêzên Encûmena leşkerî ya Minbic û Cerablusê di deverê de mane û derbasbûna Tirkiyê di nava xaka Sûriyê de, binpêkirina serweriya dewleta Sûriyê ye, li gor yasayên navdewletî jî nabe ku Tirkiyê bi vî awayî derbasî nava xaka Sûriyê bibe.

Herwiha Ehmed got: “Armanceke din ya ji vê derbasbûna Tirkiyê, dagîrkirina xaka Sûriyê ye. Herwiha tolvedan e ji serkeftinên Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) û YPGê yên li dijî DAIŞê bidest xistine.”

Di roja 5emîn ya operesyona artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê li ser bajarokê Cerablusê û gundên derdora wê de, Cerablus hate kontrolkirin û bombebarana Tirkiyê li gundên başûrê Cerablusê berdewam e. 

Duh jî di encama berdewamiya şer û pevçûnan di navbera artêşa Tirkiyê û şervanên Encûmena Leşkerî ya Cerablusê de, leşkerekî artêşa Tirkiyê hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.