Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin

Piştî mana 9 salan di posta xwe de, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-Moon bi dawiya îsal re posta wî temam dibe û kesekî din wek sekreterê giştî hê hilbijartin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b860e393-0a5e-43bc-b91b-16aef0b3b01e/UNSecretary%20General%20Post1.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî mana 9 salan di posta xwe de, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-Moon bi dawiya îsal re posta wî temam dibe û kesekî din wek sekreterê giştî hê hilbijartin.

Bo girtina şûna Ban ki-Moon 10 berbijêr ji 10 welatên cuda bo wê postê xwe kirine berbijêr, ku 5 ji nava wan jin in.

Netewên Yekgirtî daxwaz ji welatên biçûk yên endam di NY kir ku, berbijêrên xwe bo posta sekreterê giştî destnîşan bikin.

Kandîd jî ev in:

  • Helen Clark: Serokwezîra berê ya Newzîlanda, wek bihêztirîn berbijêr tê hejmartin.
  • Irina Bokova: Siyasetmedar ji Bulgarya.
  • António Manuel de Oliveira Guterres: Serokwezîrê berê yê Portugal.
  • Susana Malcorra: Wezîra Derve ya Argentîna.
  • Danilo Turk: Serokê berê yê Slovenyayê û Şêwirmendê berê yê Sekreterê Giştî yê NY bû.
  • Sirgian Kerîm: Wezîrê Derve û balyozê Kombodyayê di NY de.
  • Natalia Gherman: Dîplomatkara Moldova.
  • Cristina Veguera: Kosta Rica.

Mimiroslav lajcak: Nûnerê Bosna û Hirsekê û Wezîrê Derve yê Bosnayê.

  • Vok Jermuk: Wezîrê Derve yê berê yê Sirbiyayê.

Her yek ji Îgor Loksik Wezîrê Derve yê Montenegro û Visna Pusic Wezîra Derve ya Kirwatyayê jî xwe vekişandin.

Piraniya berbijêr yên welatên Ewropa rojhilat in, ji ber ku welatên bihêz û hemû endamên Netewên Yekgirtî dixwazin ku sekreterê giştî ji rojhilatê Ewropayê bin.

Biryar e îro 29 Tebaxê NY bi dengdana veşartî yekî ji nava wan dehan hilbijêrin û bi destpêka sala bê re cihê Ban Ki-Moon bigire.

Ban Ki-Moon yê 72 salî di 13 Hizêrana 1944an li Koryaya Başûr jidayik bûye û 8emîn sekreterê giştî yê NY ye, ku di sala 2004 heta 2006an Wezîrê Derve yê wî welatî bû.

Di sala 2007an de wek Sekreterê Giştî yê NY hate hilbijartin.

  

Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin
Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin
Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin
Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin
Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin
Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin
Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin
Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin
Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin
Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin
Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin
Sekreterekî Giştî bo NY tê hilbijartin