Şanda Herêma Kurdistanê ber bi Bexdayê ve bi rê ket

Herwiha her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Cîgirê berê yê Serokwezîrê Iraqê Dr.Roj Nûrî Şawês endamên wê şandeyê ne.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor zaniyariyên K24ê bi armanca danûstandin ligel berpirsên Bexdayê, îro danê sibehê şandek bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ber bi Bexdayê ve bi rê ket.

Herwiha her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Cîgirê berê yê Serokwezîrê Iraqê Dr.Roj Nûrî Şawês endamên wê şandeyê ne.

Biryare berî nîvro şandeya bilind a Herêma Kurdistanê ligel Serowezîrê Iraqê Heyder Ebadî bicive.Li gor zanyariyê K24ê biryare şanda Herêma Kurdistanê di wê serdanê de pêwendiyên Hewlêr û Bexda, herwiha pirsgirêka petrolê û şerê li dijî DAIŞê gotûbêj bikin.