Werzeşvanên Rûsî serdana navenda Himêmîm li Sûriyê dikin

Her di wê grûpê de werzişvanên ku, mîdaliya zêrîn di Olopiyatê Riyo Dî Canîro de bi dest xistine hebûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca piştgirî û bilindbûna moralên wan grûpek ji wezeşvanên Rûsyayê serdana hêza welatê xwe li navenda Himêmîm a Leşkerî li Sûriyê kirin.

Li gor ajansa Frans Prss ragehandî, 7 werzişvanên Rûsî di nav de jî qehremana Olompiyata Esîne(2004) û Pekîn (2008) Yelîna Îsînbayîfa serdana Hêza welatê xwe li navenda Himêmîm kirin û dar belav li ser wan lkirin.

Her di wê grûpê de werzişvanên ku, mîdaliya zêrîn di Olopiyatê Riyo Dî Canîro de bi dest xistine hebûn.

Di Îlona 2015ê dest bi operasyonên xwe li Sûriyê de kiribû, di şerê li wî welatî de Rûsya piştgiriya rejîmê dike û li dijî opozîsyona Sûriyê operasyonan encam dike.