Kî yê şûna Ban Ki-Moon bigire?
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî hilbijartineke destpêkê bo posta Sekreterê Giştî yê NY, berbijêrê Portugalî Antonio Guterres di pêşiya berbijêrên din de ye.
Piştî mana 9 salan di posta xwe de, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-Moon bi dawiya îsal re posta wî temam dibe û kesekî din wek sekreterê giştî tê hilbijartin.
Bo girtina şûna Ban ki-Moon 12 berbijêr ji 12 welatên cuda bo wê postê xwe kirine berbijêr, ku 5 ji nava wan jin in.
Li gor hilbijartina gera destpêkê, berbijêrê Portugalê û Serokwezîrê berê Antonio Manuel de Oliveira Guterres dengên bilind bidest xistin.
Bi vê yekê Guterres keta pêşiya Serokê berê yê Slovenyayê û Şêwirmendê berê yê Sekreterê Giştî yê NY Danilo Turk. Herwiha Serokwezîra berê ya Newzîlanda Helen Clark û Wezîra Derve ya Argentîna Susana Malcorra wek bihêztirîn berbijêran jî tê hejmartin.
Li Tê zanîn ku gera din ya hilbijartinê, di hefteya bê de encam dide.