Cibûrî: Rêkkevtinek heye bo birêvebirin a Mûsilê û pişkdarîkirin a pêkhateyan
K24- Hewlêr
Piştî kombûn a wî li gel şand a bilind a Herêm a Kurdistanê bi serokatî ya Nêçîrvan Barzanî , serokê hikumet a Herêm a Kurdistanê, Selîm Cibûrî, serok ê perleman a Îraqê di daxuyanîyek a taybet de bo Kurdistan24 ragehand: Me rêkkevtinek bingehî li gel Herêm a Kurdistanê heye bo pişkdarîkirin a hemû pêkhateyan di operasyûn a rizgarkirin a Mûsilê û dûv re jî birêvebirin a wê.