Daişê 600 jin û zaro yên Turkuman birîne û gelek ji wan jî kirîne kenîze
K24- Hewlêr
Zêdetir ji dû salane 600 afret û zaro yên Turkuman ên Şîe rêçik yê xelk ên Teleiferê li jêr desthilat a çekdar ên Daişê ne û komisyûn a maf ên mirov ên Îraqê jî ragehandîye: Daişê, ew aferet ên Turkuman kirîne Kenîze, herçende hikumet a Îraqê hewl a rizgarkirin a wan afretan daye bi awa yên cûdacûda, lê berpirsek ê Turkuman dibêje: Hikumet a Îraqê çi pêngav ên kirdarî nehavêjtîne û heya niha tenê şîyane 11 afretan rizgar bikin ji dest Daişê