“Amerîka derbarê YPGê de pabendî sozên xwe nabe”

Wezîrê Derva yê Tirkiyê dibêje, heger Amerîka ne pabendî sozên xwe be, baweriya wan bi Amerîkayê hîç namîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva yê Tirkiyê dibêje, heger Amerîka ne pabendî sozên xwe be, baweriya wan bi Amerîkayê hîç namîne.

Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlût Çavûşoglu ji rojnameya Tirkî ya bi navê “Mîllîyet” re ragihand ku, piştî operasyona Minbicê derbarê vekişandina YPGê bo rojhilatê Firatê Amerîka soz dabû wan. Lê heta niha jî YPG venekişiyaye.

Çavûşoglu amaje bi wê yekê kir ku, ev yek tê wateya ku Amerîka ne pabendê soza xwe ye. Ger Amerîka sozên ku daye Tirkiyê bicih neynê ew êdî nikarin ji Amerêkayê bawer bikin.

Çawûşglu got, jixwe bi hinceta radestnekirina Rêberê Tevgera Xizmetê Fetullah Gulenî, navbera wan û Amerîkayê de pirsgirêkên gelek mezin hene.

Çavûşoglu ragihand jî, Heger Amerîka li ser meseleya YPGê jî ne pabendî soza xwe be, baweriya wan a li hemberî Amerîkayê têk diçe.

Tirkiye roja 24 Tebaxê derbasî nava xaka Sûriyê bû û dest bi operesyona “Mertala Feratê” li Cerablusê kir û ragihand, heger YPG li rojavayê çemê Feratê bimîne, dê were armanckirin.