Li navçeya Çelê leşkerek hate kuştin û 20 birîndar bûn

Di şer û pevçûnên li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê ve, 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 20 leşkerên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di şer û pevçûnên li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê ve, 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 20 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê ve şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ket. Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, ku di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 20 leşker jî birîndar bûn.

Herwiha hat aşkerekirin ku, rewşa 3 leşkerên birîndar giran in.

Ji demekê de li navçeya Çelê li dijî PKKê operasyonên hêzên leşkerî yên Tirkiyê berdewam in, car caran jî firokeyên şerî jî piştgiriya operasyonê dikin.

Duh jî di encama pevçûneke hêzên leşkerî yên Tirkiyê û PKKê de leşkerek hatibû kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.