Piştî salekê ji mirina Alan Kurdî çi hat guhartin?

Alan Kurdî yê 3 salî yê Kobanî sala borî vê çaxê, li perava Egeyê ya Tirkiyê çûbû dilovaniya Xwedê. Di ser mirina Alan Kurdî re salekê derbas bû. Lê şerên dibin sedema mirina sivîlan hêj berdewam e. Hê jî zarokên wek Alan Kurdî yan dimirin yan jî li welatên xeribîyê di şertên zehmet de dijîn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ba37c6e6-c994-4a1a-ac88-1ce3ee726dec/alan%20kurdi%201.ism/manifest

K24- Hewlêr

Alan Kurdî yê 3 salî yê Kobanî sala borî vê çaxê, li perava Egeyê ya Tirkiyê çûbû dilovaniya Xwedê. Di ser mirina Alan Kurdî re salek derbas bû. Lê şerên dibin sedema mirina sivîlan hêj berdewam e. Hê jî zarokên wek Alan Kurdî dimirin, yan jî li welatên xeribîyê di şertên zehmet de dijîn.

Par vê çaxê, li perava navdar a Bodruma Tirkiyê, terma zarokekî piçûk hatibû dîtin. Alan Kurdî yê 3 salî, ligel malbata xwe, ji ber şerê li Sûriyê, ji Kobanê di ser Tirkiyê re ber bi Ewropayê ve bi rê ketibû lê rêwitiya hêviyê ya Alan Kurdî û malbata wî li deryaya Egeyê bi dawî bû. Bota ku lê siwar bûbûn noq bû, di qezaya dilsoj de Alan, dayik û brayê wî çûn ber dilovaniya Xwedê. Bi tenê bavê Alan sax mabû, ew jî êş û kesereke mezin li pey xwe hişt û vegeriya Kobanê.

Alan, bi bedena xwe ya bêrih a li ber peravê, dinya alem ji xewa xefletê da şiyarkirin. Li gelek welatên cuda, bo penaberan çalakî hatin kirin. Ji destpêka şerê li Sûriyê ya sala 2011'an vir de bi sed hezaran mirov mirin û bi milyonan kes bûn penaber.

Perwerdekar Kefah Mirad dibêje: Bi minasebeta salvegera mirina Alan Kurdî peyamên min bo hemû dinyayê ye. Di şer de zirarê herî mezin digihîje hemwelatiyan. Bombe tên avêtin, jin û zarok tê de sivîl tên kuştin. Li ser vê, xelk neçar dimîne û berê xwe dide xeribiyê. Dema penaber ji bo xelasiyê bi rê dikevin yan li behrê dixeniqin, yan jî dê werin Tirkiyê û ji gelek mafan dê bêpar bimînin.

Di ser mirina Alan Kurdî re salekê derbas bû, lê şer, mirin û kuştin hêj berdewam e. Hinek kes di nav qada şer de hinek kes jî li rêwitiya hêviyê ya li ser deryayan dimirin.

Li gor zanyariyên, Neteweyên Yekbûyî, piştî peymana Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ya li ser penaberan, hejmara penaberên ku derbasî Ewropayê dibin gelek daket, lê di deryaya Ege û Akdenîzê de hêj xeberên mirinê tên.

Lêkolîner Gulnîhan Dînç dibêje: Dema li welatekî şer hebe û mirovên sivîl bên kuştin, ji bo parastina mafê sivîlan, divê welatên din sînorên xwe, ji bo penaberan veke. Hem Tirkiye, hem welatên Ewropayê, bi taybetî ji bo jin û zarokên penaber, milê xwe bidin hev da ku kêşeya penaberan safî bikin.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ragihand ku ji meha Îlona sala borî heta niha 4 hezar û 181 penaberên ku dixwestin biçin Ewropayê mirine. Her wiha li dinyayê, di her 80 deqeyê de penaberek dimire.

Ji bo penaberên li Ewropayê jî tu rehetî bi taybetî bo zarokên penaber tu aramî nîn e.

Li gor rapora ku polêsên Almanyayê amade kiriye, ji serê sala îsal vir de 9 hezar zarokên penaber ku hatine Almanyayê winda bûne.