Kurdên Almanya li dijî Tirkiyê derketin xwepêşandanan

Bi hezaran Kurdên li Almanya, li bajarê Kolnê xwepêşandanek birêve birin û derbasbûna artêşa Tirkiyê ji nava xaka Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi hezaran Kurdên li Almanya, li bajarê Kolnê xwepêşandanek birêve birin û derbasbûna artêşa Tirkiyê ji nava xaka Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Li bajarê Kolnê, bo destêwerdana artêşa Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê re xwepêşandaneke şermezarkirinê birêve çû. Xwepêşandaran jî rexne li Almanya kirin û gotin, Almanya li ser daxwaza Tirkiyê çend partî û rêxistinên Kurdî qedexe kirine.

Ji aliyê xwe ve polîsa Almanya ragihand, xwepêşandaran wêneya Rêberê PKKê Abdulah Ocalan rakirin, nakokî dernekevin holê, wan destêwerdana xwepêşandanê kir.

Ji sê rojan ve, li Kobanê artêşa Tirkiyê derbasî nava xaka Rojavayê Kurdistanê bûye û dîwarekî û xalên çavdêriyê ava dike, xelkê Kobanê jî li dijî wê yekê derket xwepêşandan, ku di encamê du kes şehîd bûn û hejmareke mezin ji xwepêşandaran birîndar bûn.