Sînorê Tirkiyê bi DAIŞê re nema

Artêşa Tirkiyê tevî grûpên opozîsyonê yên Sûriyê navbera Cerablus û Ezazê kontrol kirin. Bi vê awayê sînorê Tirkiyê bi DAIŞ re nema.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê tevî grûpên opozîsyonê yên Sûriyê navbera Cerablus û Ezazê kontrol kirin. Bi vê awayê sînorê Tirkiyê bi DAIŞ re nema.

Operasyona Artêşa Tirkiyê ya bi navê Mertala Feratê berdewam dike. Di roja 12'mîn de Artêşa Tirkiye û yekîneyên grûpên opozîsyonê navbera Cerablus û Ezazê 10 k.m yên din kontrol kirin.

Li aliyê din, şeva borî nêzîkî gundê El-Raî du endamên DAIŞ'ê li herêma Ezazê bi êrişên xwekujî pêk anîn, di êrişê de 10 kes hatin kuştin û hejmarek zêde birîndar hene.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, hemû gundên sînorî yên di navbera çem û gola Sacûrê û gundê El-Raî de ji DAIŞê hatin kontrolkirin.

Rewangehê amaje kir, çekdarên opozîsyonê bi piştevaniya tank û firokeyan artêşa Tirkiyê gundên Til Mîzab û El-Qazî li rojavayê Cerablusê kontrol kirin, çekdarên DAIŞ jî ji wan deveran vekişiyan.