Li Bîngolê hemû mitîngên HDP û DBP hatin qedexekirin

Parêzgeriya Bîngolê, ji bo 3 rojan hemû mitîng, civînên li kolanan, xwepêşandan û meşên gel qedexe kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgeriya Bîngolê, ji bo 3 rojan hemû mitîng, civînên li kolanan, xwepêşandan û meşên gel qedexe kirin.

Biryara qedexeya Parêzgariyê û bernameya mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rast li hev hatin.

Li bajarê Bîngolê, beriya niha bi çend rojan, ji aliyê HDP û DBPê ve amadekariya mitîngeke hevpar dihat kirin.

Mitînga ku bi durişma "Ji Bo Dawî li Tecrîdê Were, Em li qadan in" dê bi beşdariya Hevserokê HDP'ê Selahadîn Demîrtaş, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel, Parlementerê Diyarbekirê yê HDP'ê Îdrîs Balûken û Parlementerê Bîngolê yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, bihata lidarxistin. Dîroka mitînga hevpar ji bo 6'ê Îlonê hatibû diyarkirin.

Parêzgeriya Bîngolê jî ragihand ku, di navbera 5, 6 û 7'ê Îlonê de hemû mitîng, civînên li kolanan, xwepêşandan û meşên gel qedexe kirine.