"Heta Kurdistan azad nebe aştî jî pêk nayê"

5 Partî û rêxistinên Kurd, li Diyarbekirê Konferansa "Roja Aştiyê ya Cihanê û Pirsa Kurdistanê" lidar xistin. Di Konferansê de, nûnerên rêxistinan nihêrînên xwe yên li ser mijarê ragihandin û bi beşdaran re gengeşî kirin. Di gotaran de şerê li Bakurê Kurdistanê hat rexnekirin ku, tu sûdbexşî ji Kurdan û Tirkiyê re peyda nake, berovajî dibe egera têkçûn û paşdeçûyînan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5521742f-2f7a-4fa4-9aad-c25886becaf8/5PartiuRexistinenKurdKonferansekLidarxistin.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

5 Partî û rêxistinên Kurd, li Diyarbekirê Konferansa "Roja Aştiyê ya Cihanê û Pirsa Kurdistanê" lidar xistin. Di Konferansê de, nûnerên rêxistinan nihêrînên xwe yên li ser mijarê ragihandin û bi beşdaran re gengeşî kirin. Di gotaran de şerê li Bakurê Kurdistanê hat rexnekirin ku, tu sûdbexşî ji Kurdan û Tirkiyê re peyda nake, berovajî dibe egera têkçûn û paşdeçûyînan.

Konferansa "Roja Aştiya Cihanê û Pirsa Kurdistanê" ji aliyê Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSKê, Partiya Demokratîk a Kurdistana Bakur (PDK Bakur), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), PAK Kurd û Hereketa Azadî ve hat lidarxistin. Di Konferansê de, rewşa siyasî û civakî ya li Kurdistanê û welatên derdorê Kurdistanê hat nirxandin û hat daxuyandin ku aştiya Rojhilata Navîn bi nas kirina maf û azadiyên gelê Kurd û statuya birêvebirina ernigariya xwe Kurdistanê ve girêdayî ye.

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Sitki Zîlan dazanîn ku, ger şer û pevçûn û nearamî hebe, ji ber nebûyîna wekhevî û edaletê ye. Loma jî divê Kurd jî wek miletên din ji edaletê bikarin sûda xwe bigrin.

Zîlan got: "Şarên Kurdistanê edalet û huriyet dixwazin, helbet miletê me û welatê me, em serxwebûnê dixwazin. Ku me wek hemû miletan wek bira qebûl nekin û xweîdarekirinê ji bo Ereb, Tirk û miletên din bipejrînin, lê yê Kurdan nas nekin û bixwazin ew me îdare bikin, vî tiştî wijdan jî edalet jî qebûl nake."

Di konferansê de bal hat kişandin ku, heman roj Serokwezîrê Tirkiyê hatiye Diyarbekirê, lê li gel berdewamiya şer û pevçûnan pakêtên aborî radigihîne, lê belê pirsa Kurd pirseke siyasî ye û bi pakêtên aborî nayê çareser kirin.

Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek jî ragihand ku, ew piştgiriya şerê li dijî DAIŞê dikin ku hêzên Kurd û Pêşmerge di nav de ne. Tek diyar kir ku ew şerê PKKê yê li Bakûrê Kurdistanê de tu sûdbexşiyekî ji bo Kurdistan û Kurdan nabînin û divê PKK bêy tu şert wî şerî rawestîne.

Tek got jî: "Heta ku dagirkirina Kurdistanê berdewam be, heta ku Kurdistan bi dabeşkirî û parçekirî bimîne, dê ev şer û têkelçûn û alozî û tevlihevî jî her berdewam be."

Nûnerên partî û rêxistinên navborî, bal kişandin ku li ser xaka Kurdistanê rewşeke ku alozî berz bûne, tê jiyandin û divê Kurd jî bo ku bi hêzên xêrnexwazên Kurdan re bikarin têbikoşîn, hevkarî û yekîtîya xwe berhev bînin.