Brett McGurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya li dijî DAIŞê de Brett McGurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya li dijî DAIŞê de Brett McGurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civiya.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji ajanseke Fransî re raghandiye ku, Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya li dijî DAIŞê de Brett McGurk seredana Rojavayê Kurdistanê kiriye û digel berpirsên HSDê civiya ye.

Wî berdevkî aşkere kir ku, McGurk ji HSDê re tekez kiriye, ku Washington dê berdewam be li ser piştevanya wan di şerê li dijî DAIŞê de.

Herwiha hat ragihandin, McGurk daxwaz ji berpirsên HSDê kiriye ku, şerê di navbera aliyên ku şerê DAIŞê dikin li bakurê Sûriyê de raweste û karînên xwe yek bikin, ji bo rûbirûbûna terorê.

Ev seredana McGurk di demekê de ye, ku artêşa Tirkyê li bakurê Sûruyê dest bi operasyonekê li dijî DAIŞ û Yekîneyên Parastina Gel  (YPG) kiriye.