Demîrtaş bo dadgehê hate xwastin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serdozgeriya Diyarbekirê daxwaza girtina îfadeya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaşî kir.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş û parlementera HDPê Nursel Aydoganê bi armanca îfadeya wan bigre, vexwend dadgehê.
Serdozgeriya Diyarbekirê Demîrtaş û Aydoganê bi endambûna rêxistina terorê ya çekdar tohmetbar dike.
Pêr jî Dadgeha Dûyemîn a Diyarbekirê di çarçoveya doza KCKê de biryar dabû ku 7 parlementerên HDPê ji bo dadgehkirinê bi darê zorê werin anîn.