Îraq karwanek a din ya rokêt û mûşekan ji Emerîkayê dê wergire

Malperr a pispor ên teknîkî di wezaret a berevanî ya Îraqê de ragehandîye ku di demek a nêzîk de karwanek a mezin ji mûşek û bomb ên Emerîkayî dê bigehin dest ên hêz ên Îraqî.

K24- Hewlêr

Malperr a pispor ên teknîkî di wezaret a berevanî ya Îraqê de ragehandîye ku di demek a nêzîk de karwanek a mezin ji mûşek û bomb ên Emerîkayî dê bigehin dest ên hêz ên Îraqî.

Li gor zanyarî yên wê malperrê ew karwan ji 7245 bomb û mûşek ên MK82 û 24 hewzar bomban pêk dihê. Her yek ji firoke yên ji cor ê F16 Şahîn a Zêrîn T50 dikarin 14 bombeyan bihelgirin.