Turkîya.. pilansazî ya perwerde ya penaberan

Li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî ji bo çareserkirina kêşeya perwerdehiya penaberên ku li Tirkiyê dijîn panelek hate sazkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8e142802-caa3-4081-abf9-c5d84b379ab8/PlansaziyaPerwerdehiyaPenaberenKuLiTirkiyeDijin.ism/manifest

K24- Hewlêr

Li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî ji bo çareserkirina kêşeya perwerdehiya penaberên ku li Tirkiyê dijîn panelek hate sazkirin. Cîgirê Mîsteşarê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyê Ercan Demircî û Nûnerê Rêxistina UNÎCEFê Philippe Duamelleû nûnerên dam û dezgehên civakî beşdarî di panelê de kirin.Di encama panelê de li ser perwerdehiya zarokên penaber raportek hate parwekirin.Li gorî raportêji milyonek zarokên ku di heyama xwendinê de nebi tenê 311 hezar û 259 jê diçin dibistanan. Cîgirê Mîsteşarê Wezareta Perwerdehiyê di axaftina xwe de rave kir ku dê ji bo zarokên penaber 18 hezar mamosteyên Sûriyeyî û hezar mamosteyên Tirk di heyama nû de perwerdehiyê bidin û dê dibistanên nû bên avakirin.Lê, beravajî axaftina cîgirê mîsteşar, pisporên perwerdehiyê dan zanîn ku ev bergirî kêşeyên heyî çareser nake.

Muhîttîn Ataman -  Pisporê Perwerdehiyê yê SETA, dibêje: "Di rojên pêşiya me de, ji bo Tirkiyê kêşeya herî mezin wê perwerdehiya penaberan be. Dewletê û saziyên hikûmetê heya niha polîtîkayên bibandor û karîger avanekirin e û bergiriyên bingehîn ne hatine hilgirtin. Ez hêvî dikim ku piştî çareseriya kêşeyên navxweyî, wê Tirkiye ji bo penaberan jî çareseriyên bingehîn peyda bike."

Ji ber rewşa xirab ya malbatên xwe, ew zarokên biçûk yên penaber dixebitin û tên zewicandin. Ji ber van sedeman naçin dibistanan. Herwiha li gorî raportê tirsa herî mezin ya malbatên Sûriyeyî ew e ku zarokên wan di wan dibistanên dewletê de werin asîmîlekirin. Lewre naxwazin ku zarokên xwe bişînin van dibistanan. Akademisyenên ku beşdarî vê panelê bûn jî bêrêkûpêkiya pergala perwerdehiya Tirkiyê rexne kirin û ji bo çareseriyê pêşniyar raber kirin.

Ass. Prof.Alî Zafer Sagiroglu – Akademîsyen, dibêje: "Wekî hûn jî dizanin penaberên Sûriyeyî herî zêde li bajarênbaşûr û rojhilatê Tirkiyê dijîn û li wan deran jî bi hezaran zarok bê perwerde mane. Kêşeyên aborî, siyasî û civakî li wan bajaran hene û digel wan kêşeyan zarokên penaber jî naçin dibstanan. Heya ku hûn kêşeyênherêmîçareser nekin hûn nikarin ji heqî kêşeyên mezin derkevin."

Di panelê de hate gotin ku niha li nava Tirkiyê 523 hezar û 583 zarok û ciwanên penaber naçin dibistanan û tû polîtîkayên bingehÎn ên dewleta Tirkiyê derbarê çareseriya perwerdehiya zarokên penaber de tune ye. Di heman demê de hate ragihandin ku bi rêya Navendên Perwerdehiyê yên demkî ew kêşeyên perwerdehiya panaberan nayê çareserkirin.