Renge li Bakûr a Kurdistanê 14,000 Mamosta ji kar bihê dûrxistin

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim di serdana xwe ya Diyarbekirê de amaje kiri bû ku ew xebatekî dimeşînin ku li Bakûrê Kurdistanê 14.000 mamosteyan ji ber nêzîkbûna rêxisitinên neyasayî ji kar dur bixin. Ev yek ji aliyekî ve tê piştgirîkirin lê ji aliyekî ve jî rastî nerazîbûnê tê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/49076272-acc1-4ddb-8e67-4297adc77acc/JikarDerxistinaChardeHezarMamosteyanKetRojeve.ism/manifest

K24- Amed

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim di serdana xwe ya Diyarbekirê de amaje kiri bû ku ew xebatekî dimeşînin ku li Bakûrê Kurdistanê 14.000 mamosteyan ji ber nêzîkbûna rêxisitinên neyasayî ji kar dur bixin. Ev yek ji aliyekî ve tê piştgirîkirin lê ji aliyekî ve jî rastî nerazîbûnê tê.

Li Bakûrê Kurdistanê gelek mamoste di bin metirsiya ji kar durxistinê de ne. Ev yek bi daxuyaniyên Serokwezîr hate rojevê. Serokwezîr amaje kiri bû ku li Bakûrê Kurdistanê 14000 mamoste wek nêzîkbûna PKK'ê tevdigerin û ev yek jî dê bibe sedema durxistina van mamosteyan. Hevserokê Sendîqeya Mamosteyan yê Şaxa Diyarbekirê Îkram Atabey jî  vê yekê wek biryareke siyasî û nehiquqî bi nav dike.

Îkram Atabey-Hevserokê Sendîqeya Mamosteyan yê Şaxa Diyarbekirê, got: Em vê yekê wîsa dixwînin ku dewlet ji me re dibêje em mafê xwendinê û mafê jiyanê ji bo zarokên we nîşan nadin. Ew dibêjin em ê mafê perwerdê ji zarokên we bistînin û zarokên we bêperwerde bihêlin. Em wateyeke wiha didin vê helwestê.

Her çîqas li dijî daxuyaniyên Serokwezîr Binalî Yildirim nerazîbûn hebin jî aliyên ku dibêjin ev helwest raste jî hene. Akademîsyenê Zaningeha Dîcleyê Ahmet Înan jî amaje dike ku daxuyaniya serokwezîr di cîh de ye û wek mafê parastinê dewletê bin av dike.

Ahmet Înan-Akademîsyenê Zaningeha Dîcleyê, got: Her memur be xebatkar be fermanbar be di saziyên dewletê de kar dikin û têkiliyên wan bi rêxistinên terorî re hebin pêwîste ji kar werin dur xistin. Ev rêxistin PKK be jî DAIŞ be jî FETO be jî pêwîste werin durxistin.

Di derbarê pêşîlêgirtina durxistina 14000 mamosteyan de hate zanîn ku Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê jî ji bo bersivdayînê pirsiyarnameyek ji bo Parlementoya Tirkiyê  pêşkêş kirî ye.