Hene û huner a wê ya Keleporî

Li Paytexta Tirkiyê Enqerê li navçeya wê Çankayayê hûnera keleporî ya Hindûyan tê jiyandin. Hosteya jin ya hineyê bi xemlên cûda cûda ku li ser milê jinan çêdike ji aliyê Enqereyiyan ve eleqeyeke mezin dibîne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7ff82bbb-693e-4c8c-ab02-e8ca888d0605/xemlajinan.ism/manifest

K24- Enqere

Li Paytexta Tirkiyê Enqerê li navçeya wê Çankayayê hûnera keleporî ya Hindûyan tê jiyandin. Hosteya jin ya hineyê bi xemlên cûda cûda ku li ser milê jinan çêdike ji aliyê Enqereyiyan ve eleqeyeke mezin dibîne.

Dîroka hineyê pir kevne, hine yekem car ji aliyê jinên Amazonê ve ji bo ku xwe ji xwêdan û nexweşiyan biparêzin hatiye bikaranîn. Niha jî bi giştî di kelepora Tirkiyê, Rojhilata Navîn û Hindistanê de cihekî giring digire. Di vê kelepora ku bi seda salan e berdewam dike de, hîna jî di şevên hineyê û dawetan de jin destê xwe pê neqş dikin. Di roja îroyîn de jî ew motîfên modern û etnîkî ku ji vê hineyê peyda dibin, li ser dest û piyên jinan her berbiçav e. Hosteya hineyê ya ku li Enqerê vî karî dike, hemû hurgilî û awayên vê pîşeyê yên taybet ji Kurdistan 24ê re rave kir.

Cahîde Mirza - Hoseya Hineyê, dibêje:"Min beriya niha 13 salan dest bi çêkirina hine kir. Di jiyana rojane de ne têne jin, hejmara wan mêrên ku bi hineyê re eleqedar dibin jî têra xwe heye. Hineya Hîndûyan bi temamî sirûştî ye, ligel ku fêdeyê dide bedena mirovan ji bo nxweşiya kuvarikan jî baş e."

Amadekiriya hineya Hindûyan li gorî hineya ku em pê zanin cuda ye. Di hindurê hineya Hîndûyan de rûnekî taybet û çend dilop leymûn cih gidire. Hêvkêşeya asta tîrbûna hineyê jî bi tevlîbûna leymûn û wî rûnê taybet bi dest dikeve. Ev hineya sirûştî li dora hefteyekê li ser laşê mirova dimîne. Ji bo bêhtir bimîne, piştî nexşê pêwîst e rûn li ser hineyê bê gerandin.

 Dicle Kalkavan - Kiryar (Mişterî), dibêje:"Ez ji Merdînê me, di bajarên rojhilatê Tirkiyê de, jingelekî ji hineyê hez dikin. Ez jî jê pir hez dikim. Di mehekê de du caran ez destê xwe hine dikim. Piştî hineyê ez li destên xwe dinihêrim pê kêfweş dibim. Nîqşên hineyê gelekî jinane ne. Ev hine baweriya jinan ya bi xwe jî zêde dike."

Jin herdem giringîyeke mezin didin xweşikbûn û xemla xwe. Ji ber vê jî hineya Hîndûyan di wan nîgareyên sereke yên jinan de cih digire. Herwiha hineya Hîndûyan ya ku xwedî awayên cûda cûdane dema li ser bedena jinan tê neqşkirin jî yekparebûna wê jî hê berbiçavtir dibe.