Serok ên Sendîkayan piştîvanî ya Mamosta yên ji kar derkirî û Demîrtaş dikin

SeroKên Sendikaya KESK û EGÎTÎM-SENê li hemberî kiryarên hikûmetê yê di çarçoveya wan biryarên di hikmê yasayî ku gelek karmen û mamoste ji ser kar tê durxistin ji bo piştevaniya partiyên siyasî wergirin dest bi derdanan kirin. Heta niha ligel HDP û CHPê hevdîtin pêk anîn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4aa2e0c5-7cb7-456e-bdf9-f682dbeaf94d/seroken%20sendikayan.ism/manifest

K24: Enqere

SeroKên Sendikaya KESK û EGÎTÎM-SENê li hemberî kiryarên hikûmetê yê di çarçoveya wan biryarên di hikmê yasayî ku gelek karmen û mamoste ji ser kar tê durxistin ji bo piştevaniya partiyên siyasî wergirin dest bi derdanan kirin. Heta niha ligel HDP û CHPê hevdîtin pêk anîn.

Bi rêya wan biryarnameyên ku di çarçoveya Rewşa Awarte de derdikevin heta niha 50 hezar û 589 karmen dewletê ji ser kar hatin dûrxisitin. Di nava wê hejmarê de bi tenê hejmara wan kesên ku ji Wezareta Hîndekarî û Perwerdehiyê hatine durxistin 28 hezar û 163 kes in. Bi giranî ew kesên hatine durxistin mamoste ne. BerÎ niha bi çend rojan di serdana Diyarbekirê de Serokwezîr Bînalî Yildirim ragihandibû ku ew ê 14 hezar mamosteyên din ji ser kar dur bixin ku têkîliya wan bi PKKê re hatine peydakirin. Ev daxuyanî di eniya sendîka, dam û dezgehên Kurdan de bû cihê nîqaş û metirsiyên mezin. Heta li gorî agahiyên ku derdikevin pêş jî bi giranî ew kesên tên xwestin ji ser kar bên dur xisitin Kurd in û hemû jî endamê KESK û EGÎTÎM-SENê ne.

Li ser vê yekê Serokê KESKê û EGÎTÎM-SENê piştî ku bi HevseroKê Giştî yê HDPê Selahattîn Demritaş re hevdîtin pêk anîn ji mîkrofona Kurdistan 24ê re axivîn.

Lamî Ozgen - Hevserokê KESKê, got:"Armanca hikûmetê ne li dij darbeyê têkoşîn e. Beravajî vê yekê bi rêya biryarnameyan ewlehî û mafê karmendan ji holê radike. Ji sala 2007an heyta niha li dij têkoşîna me li hincetan digere vê gavê rewşa Awarte ji wan re bû hinceteke baş. Dinya jî niha bi wê yekê dikene ku endamên KESKê û rêxistina FETOyê bi hev re tên têkîldarkirin."

Li gorî serokên sendîkayan armanca hikûmetê ew e ku birêxistînîbûna sendîkayî ya li Tirkiyê ji holê bê rakirin. Herwiha dibêjin ew daxuyaniya Serokwezîr ya li ser wan mamosteyên herêma Kurdan jî rasterast bi wan re eleqedar e.

Kamuran Karaca - Serokê EGÎTM-SENê, got:"Ji bo raberkirina rûdanên deryasayî em serdana partiyên siyasî dikin. Ji xwe 28 hezar mamoste ji ser kar hatine durxistin. Daxuyani Yildirim ku got ew ê 15 hezar kesî din dur bixin rê li ber alozeke mezin vekir. Em dixwazin bi Serokwezîr re biaxivin, hêvîdarim ku vê daxwaza me bipejirîne."

Bi boçûna seroKên sendîkayan ew sendîkayên nêzîkî hikûmetê dengê dernaxin li hemberî van kiryarên hikûmetê, tew li pişta hikûmetê radiwestin. Ne xema wan e ku bi hezaran kes ji ser kar tên avêtin. Herwiha bi boçûna serokên sendîkayan, betalkirina peymana wan mamosteyên Kurd yên li herêmê ji bilî der yasayîbûnê, helwesteke nîjadî û netewperestî ye jî di heman demê de. Sendîka hişyariyê dikin û wiha dibêjin; hikûmet divê bizanibe ev yek bi vî rengî naçe serî. Ev rûdan dê rê li ber helwesteke giran ya civakî veke.