YPG êrîşî gundekî Dêrikê dike û 3 kesan birîndar dibin

Hêzeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi hinceta birina xortan bo erkê xweparastinê, bi ser gundên Bane Şikeftê ya ser bi Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê de girtin û 3 gundî birîndar bûn û 3 gundiyên din jî hatin girtin.

K24  - Navenda Nûçeyan

Hêzeke mezin ji YPGê îro danê sibê bi 26 otombêlên leşkerî û nêzîkî 400 çekdarî ku piraniya wan Ereb nû bi ser gundê Bane Şikeftê ya devera Koçaren li Dêrikê ve girtin û bi hinceta birina bo erkê xweparastinê dest bi girtina xort û keçan kirin.

Di encamê de şer û pevçûn di navbera YPG û gundiyan de derket û 3 gundiyên din bi navê (Hesen Remzan Şahîn, Hesen Ebdulqadir Hesen, Yûsif Nezîr Hesen) birîndar bûn. herwiha 3 gundiyên jî yên bi navê (Omer Yûsif Mihemed, Cewad Hesen Îsmaîl, Silêman Xencer) hatin girtin.

Piştre hêza YPGê ji gund vekişî derveyî gund, ku heta niha gund dorpêçkirî ye û hêzeke ji Asayişa Rojava berve gundê Giresorê ya lê nêzîkî Bane Şikeftê çûye.