Piraniya mamosteyên ji kar hatine dûrxistin ji Egitim-Senê ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji 11 hezar û 301 Masmosteyên ku ji kar hatine dûrxistin, piraniya wan endamên Egitim-Senê ne.
Piştî fermana Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li Tirkiyê ji 8ê Îlonê heta niha 11 Hezar û 301 mamoste ji kar hatin dûrxistin. Ji wan 9 hezar û 843 mamoste endamên Egitim-Senê ne.
Mamaoste herî zêde li bajarê Diyarbekirê ji kar hatin dûrxistin û hejmara wan jî 4 hezar 300 mamoste ne.
Egitim Sen sendikaya kedkarên perwerdehî û zanistiyê ye û di sala 1995an de hatiye ava kirin. Navenda wê li Enqerê û piraniya endamên wê jî kurd in.
Di çarçoveya Rewşa Awarte de derdikevin heta niha 50 hezar û 589 karmen dewletê ji ser kar hatin dûrxisitin. Di nava wê hejmarê de bi tenê hejmara wan kesên ku ji Wezareta Hîndekarî û Perwerdehiyê hatine durxistin 28 hezar û 163 kes in. Bi giranî ew kesên hatine durxistin mamoste ne.