Yekem roja cejnê mangirtinek li dijî kiryarên Rêveberiya Xweser

Encûmena Niştinamî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) roja yekem ya cejna Qurbanê têkevin greveke birçîbûnê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştinamî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) roja yekem ya cejna Qurbanê têkevin greveke birçîbûnê.

Xwecihiya Qamişlo ya ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de ji partî û alîgirên xwe xwast roja yekem ya cejna Qurbanê bi mebesta şermezarkirina kiryarên Rêveberiya Xweswe û Asayişa Rojava, têkevin greva birçîbûnê.

Di daxuyaniya ENKSê de hatiye, Asayişa Rojava li ser helwestên siyasî bi girtina kesayetên siyasî û çalakvanan berdewam e. herwiha ENKSê ji hêzên Kurdistanî daxwaz dike ku, fişarekê bixin ser Rêveberiya Xweser û sînorekê ji kiryarên wan yên dijî berjewendiya Kurdî re danin.

Herwiha ENKSê daxwaz ji hêz û partiyê Kurdistanî kir jî, karekî cidî bikin, bo vegerandina kar bi rêkeftina Dihokê ya di navbera Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û ENKSê de.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, dê mangirtin û greva birçîbûnê li Qamişlo li navenda ENKSê ya li ser riya Hizam ji demjimêr 10 sibê ve dest pê dike.

Asayişa Rojava di çend rojên derbasbûyî de, çend endam û serkirdeyên Partiyên ENKSê (Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye) li bajarên Rojavayê Kurdistanê girtine û ta niha nehatine serbestkirin.