Li şûna 28 şaredariyan qeyûm tên tayînkirin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku ewê 28 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) desteser bikin. Soylû diyar kir ku ev biryar di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de hatiye girtin û di nav 15 rojan de dê ji bo 28 şaredariyan qeyûm werin tayînkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ji bo 28 şaredariyên ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)'ê ve tên birêvebirin, biryara desteserkirinê da.

Piştî ku di 15'ê Tebaxa 2016'an de hewildana derbeya leşkerî çê bû, ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve di 2'yê Îlonê de biryara Rewşa Awarte hat ragihandin û di vê çarçoveyê de 3 Biryarnameyên bi Hukmê Zagonî hatin derxistin.

Li gorî ragihandina Wezîrê Navxwe Suleyman Soylû, biryara desteserkirina şaredariyên DBP'ê, yek ji van biryarnameyan e û di nav 15 rojan de dê ji bo 28 şaredariyan qeyûm werin tayînkirin.