EGÎM-SEN û KESKê dûrxistina mamosteyan şermezar kirin

Sendîkaya KESK û EGÎTÎM-SENê li hemberî wan mamosteyên ku di bi yaseya Rewşa Awarte ji ser kar têne dûrxistin û avêtin li hemû Tirkiyê biryara çalakiyê wergirt. Çalakiya yekemîn li Enqerê li ber Wezareta Perwerdehiyê hate lidarxistin.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Sendîkaya KESK û EGÎTÎM-SENê li hemberî wan mamosteyên ku di bi yaseya Rewşa Awarte ji ser kar têne dûrxistin û avêtin li hemû Tirkiyê biryara çalakiyê wergirt. Çalakiya yekemîn li Enqerê li ber Wezareta Perwerdehiyê hate lidarxistin.

Ji bo 11 hezar û 285 mamosteyên ku li bajarên cûrbecûr ên Bakurê Kurdistanê ji ser kar hatin dûrxistin, girtin an jî avêtin, endamên EGÎM-SEN û KESKê li ber avahiya Wezareta Hîndekarî û Perwerdehiyê çalakiya protestoyî lidarxitin.

Ligel Serokê EGÎTÎM-SENê Kamuran Karaca û Hevserokê KESKê Lamî Ozgen, parlamenterên HDPê Mithat Sancar, Erol Dora û Muslum Dogan jî beşdarî di çalakiyê de kirin. Herwiha li dora 300 mamosteyî jî piştevanî da vê çalakiya li ber avahiya wezaretê. Ji aliyê polÎsan ve jî li ber avahiyê bergiriyên berfireh hatin hilanîn.

Parlamenterê HDPê Erol Dora got: "Piştî hewla darbeyê wek fersendekê, kedkarên dam dezgehên dewletê tên girtin, binçavkirin û dûrxistin. Bi taybetî ew mamosteyên ku tu pêwendiya wan bi sûcan re nîn e tên girtin. Ne mimkûne ku em vê yekê bipejirînin. Tirkiyê binê peymanameya mafên mirovan ya Ewropayê îmze kiriye, lê wan xalan binpê dike. Hêviya me ew e hikûmet ji vê hewla darbeyê dersê derxe ne fersendê."

Di çalakiya sendîkayan de daxuyaniyeke çapemeniyê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku hikûmet dev ji kiryarên xwe yên der yasayî berde û hewla darbeya leşkerî li hemberî kesên mûxalîf, endamên sendîkayan û mamosteyan wek fersendekê bi kar neyîne.

Mamosteyê Çalakdêr Nusret Sulkalar jî got: “Piştî wê biryara ku hate wergirtin, niha bi zora wan sendîkayên nêzîkî dewletê, ew mamosteyên li bakur û rojhilatê Tirkiyê ji kar têne derxistin. Ez endamê KESKê tekoşîna sendîkayê li pêşiya yaseyan tê. Tû caran têkîliya me bi terorê nebûye û me her têkoşîna mafên xwe yên demokratîk meşandiye. Bi daxwaza aştî, wekhevî û azadiyê her ketin ser rê. Ev çalakiya me ya li ber wezaretê jî ji bo piştgriya wan mamosteyan bû.”

Di çalakiya ku li ber avahiya wezaretê hate lidarxistin de durxistina mamosteyên Kurd wek hewleke antî demokratîk hate nirxandin û hate gotin ku hikûmet ketiye nava wê hewlê ku hemû liv û lebatên sendîkayî wek sucekî nîşan bide. Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku çarçoveya sendîkayan bi yaseyên bingehîn û peymanên navneteweyî hatiye diyarkirin. Nûneran îdia kir ku, sirf ji bo ku çalakî û xebatên sendîkayan li hisabê polîtikayên hikûmetê nayêndibin sedema jêpirsînan. Ew ê têkoşîna xwe her berdewam bikin heta wezaret û serokwezîrî bersiva wan bide.