Mêrdîn: Di bin siya şer de amadekariyên cejnê tên kirin

Li seranserê Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo amadekariyên Cejna Qurbanê bazar roj bi roj geştir dibin. Lê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê di bin siya şer û pevçûnan de amadekariyên cejnê tê kirin.
kurdistan24.net

K24 – Mêrdîn

Li seranserê Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo amadekariyên Cejna Qurbanê bazar roj bi roj geştir dibin. Lê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê di bin siya şer û pevçûnan de amadekariyên cejnê tê kirin.

Li Qosera bajarê Mêrdînê bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê welatiyan lez da danûstandina pêdivîyên xwe yên cejnê. Niştecihên ku gundên li derdora Qoserê dijîn serê sibehê tên danûstandina xwe dikin, şêniyên bajêr jî bi şev dest bi kirîna tiştên cejnê dikin. Li bajêr kesên ku rewşa wan başe jî diçin bazarên ajalan ji bo qurbanê pez dikirin. Lê belê ji ber şer û pevçûnên dawîn welatiyên Qoserî di nava rewşek rageşî û metirsiyan de amadekariyên xwe yên cejnê dikin û hêviya wan ji cejnê heye ku aramiyekî bîne.

Welatiyê bi navê Mehmet Şerîf Akay di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: "Em dixwazin ku Cejna Qurbanê bi rihetî bi xweşî û di nava aştiyê de derbas bibe. Bê qetl û qitûl derbas bibe. Ev qetlîam di nava mislimanan de rabe, ev zilm û qetlîam di nava însanan de rabe."

Welatî û esnafên bajêr daxwaz ji dewlet û rayedarên PKKê dikin ku dawî li vî şerî bînin da ku Cejna Qurbanê bi biratî û di nava bihevrebûnekê de derbas bibe. Bi boçûna welatiyan ev bi salan e li bajarên bakurê Kurdistanê xwîn diherike û hêvî dikin ku bi boneya Cejna Qurbanê dawî li van nexweşiyan were.

Nusret Albay jî got: "Nexweşî û alozî di nava herêma me de ye. Em dixwazin ku aramî têkeviyê, însan têkevin rihetiyê û wek dema berê em xweşiyê dixwazin. Em hêvî dikin Eyda Qurbanê jî bi xêr û silamet derbas bibe ji me tev Kurdan, misliman û hemû gelen re."

Welatiyên ku amadekariyên Cejna Qurbanê dikin dibêjin ku ew di nava metirsî û tirsê de derdikevin kolanan û tû kêfa wan ya danûstandina cejnê nemaye; ji ber ku her roj agahiyên kuştinê dibîhîzin. Lê dîsa jî hêvîdarin ku cejna wan di nava xweşî û aramiyê de derbas bibe.