Grûpên îslamî navçeya Cindirêsê topbaran dikin

Grûpên îslamî ji gundê Etmê ya li parêzgeha Idlibê ve, navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ve topbaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên îslamî ji gundê Etmê ya li parêzgeha Idlibê ve, navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ve topbaran kir.

Çalakvanên navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji K24ê re ragihandin ku, grûpên îslamî yên li gundê Etmê ve, bi nêzîkî 20 topên Katyusha û Hawinê navçeya Cindirêsê topbaran kirin.

Çalakvanan amaje kirin ku, di encama wê topbaranê de zarokek birîndar bû, herwiha ziyan jî gihêştiye malên welatiyan.

Herwiha çalakvanan gotin jî, hejmarek mezin ji welatiyên Cindirêsê malên xwe hêştin û berve gundên derdora wê navçeyê derketin.

Gundê Etmê ser bi parêzgeha Idlibê ve ye û bi 10 k.m dikeve başûrê navçeya Cindrêsê, çendîn car e grûpên îslamî ji Etmê ve Cindirês û gundên wê ve topbaran dikin, herwiha gelek caran jî şer û pevçûn li wê navçeyê di navbera YPGê û grûpên îslamî ve derdikevin.