Rêveberiya Xweser û Teyar El-Xed belgeyekê îmze dikin

Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê û grûpa opozîsyonê ya bi navê “Teyar El-Xed a Sûrî” belgeyeke têgihiştinê îmze kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê û grûpa opozîsyonê ya bi navê “Teyar El-Xed a Sûrî” belgeyeke têgihiştinê îmze kirin.

Şeva borî nûnerên her yek ji Rêveberya Xweser bi serperiştiya Aldar Xelîl û Serokê Teyar El-Xed a Sûriyê Ehmed El-Cerba (Serokê berê yê îtlafa opozsyona Sûriyê) belgeyeke têgihiştinek ji 9 xalan ji bo danîna pêgavên praktîkî derbarê pêşketinên li Sûryê îmze kirin.

Yek ji xalên rêkeftinê ew e ku, her du alî li Sûriyayeke dîmokratîk, perlemanî û nenavendî lihev kirin, ku li ser bingeha rêzgirtin li mafê hemû pêkhateyan li gor yasa û belgeyên navdewletî were kirin, ku gerantiya wê yekê jî di destûr de bê çespandin.

Her du aliyan tekezî li ser jinavbirna rêjîma Sûriyê û hemû rêxistinên teroristî kir. Herwiha beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyê di Rêveberiya Sûriya pêşerojê de.

Herweha her du aliyan piştrast kir, tişta li Sûriyê dibe şerê desthilatdariyê ye û hinek pêkhateyên Sûriyê ji Kurd û Ereban ji proseya siyasî ya Sûriyê têne piştguhkirin, ku krîza Sûriyê bi danûstandinên di navbera hemû pêkhateyan çareser dibe.

Ev rêkeftin li Misrê hat îmzekirin û daxwaz ji Erebistana Siûdiyê, Îmarat Erebî û Misrê kirin ku çavdêriya proseya siyasî li Sûriyê bikin.