Amerîka: Agirbest şêweya herî baş e bo parastina sivîlan

Şanderê taybet yê Amerîka bo Sûriyê Michael Ratney got ku rêkeftina agirbestê baştirîn şêwe ye ji bo parastina giyanê welatiyên sivîl.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê taybet yê Amerîka bo Sûriyê Michael Ratney got ku rêkeftina agirbestê baştirîn şêwe ye ji bo parastina giyanê welatiyên sivîl.

Ratney da zanîn ku, ew di wê baweriyê de ne ku agirbesta vê carê ji yên berê aktîvtir e, ji ber ku dikare êrîşên hikûmeta Sûriyê li dijî sivîlan û hêzên opozîsyonê rawestîne.

Rêkeftina agirbestê ya ku her du wezîrên derve yê Amerîka John Kerry û yê Rûsyayê Sêrgey Lavrov gihiştibûnê, dê roja yekem ya cejna Qurbanê bikeve warê cîbicîkirinê.