Xêrxwaziya Barzanî seriyên pez li çeperên Pêşmerge belav dike

Bi boneya hatina cejna Qurbanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi dehan seriyên berx û bizin li ser enî û çeperên Pêşmergeyan belav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya hatina cejna Qurbanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi dehan seriyên berx û bizin li ser enî û çeperên Pêşmergeyan belav dike.

Li dirêjehaiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi boneya hatina cejna Qurbanê, îro li eniya Germestêr hejmarek ji seriyên pez li ser çeperên Pêşmergeyan belav kir.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji çend salan ve xizmet û alîkariyan li penaber, derbider û hejaran belav dike, di van 2 salan de jî karî heta asteke baş bi hawara koberên şerê DAIŞê ve were û alîkariya wan bike.