Peyama Ocalan tê aşkerekirin

Biryare îro li Diyarbekirê bi amadebûna hejmerek parlamenter û rêveberên HDPê, peyama rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê xwendin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryare îro li Diyarbekirê bi amadebûna hejmerek parlamenter û rêveberên HDPê, peyama rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê xwendin.

Mihemed Ocalan duh, bi armanca hevdîtinê ji bajarê Bûrsayê derbasî girava Îmralî bû û bi rêberê PKK Abdula Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ocalan piştî hevdîtinê bêyî ku daxuyaniyê bide vegeriya Stenbolê.

Tê çaverêkirin ku di peyama Ocalan de şikandina çalakiya greva birçîbûnê wer xwastin, ku li Diyarbekirê, yekgirtiyên  tevgera siyasî ya Kurd, di bin banê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de ji bo aqûbeta rewşa Ocalan were zanîn, ji 5'ê Îlonê û pê ve dest bi greva birçîbûnê kirinê.