54 Nivîskarên cîhanê Tirkiyê rexne dikin

54 Nivîskarên navdar ên cîhanê li dijî binçavkirina weşanger û akademîsyen Ahmet Altan û Mehmet Altan bi belavokekê nerazîbûn nîşan dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

54 Nivîskarên navdar ên cîhanê li dijî binçavkirina weşanger û akademîsyen Ahmet Altan û Mehmet Altan bi belavokekê nerazîbûn nîşan dan.

Nivîskarên bi nobelê hatine xelatkirin Orhan Pamuk û JM Coetze jî nav de 54 rewşenbîrên cîhanê di belavokê de diyar kirin ku, hikûmet pêwîst e lêpirsînên di çarçoveya hewla derbeya leşkerî de neheqî tikesî neke û mirovên bê sûc tohmetbar neke.

54 rewşenbîrên dinyayê banga berdana Ahmet Altan û Mehmet Altan li hikûmeta Tirkiyê kirin û ji raya giştî jî xwestin ku, li hemberî binçavkirina wan bêdeng nemînin.

Ahmet Altan û Mehmet Altan 2 roj berê di çarçoveya lêpirsînên dijî Tevgera Fetullah Gûlenî de hatin binçavkirin.