Opozîsyon ji Amerîka dixwaze Fetih El-Şam tevlî agirbestê bike

Yekîneyên opozîsyona Sûriyê daxwaz ji Washingtonê dikin ku, Eniya Fetih El-Şam (Eniya El-Nusra berê) tevlî agirbestê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên opozîsyona Sûriyê daxwaz ji Washingtonê dikin ku, Eniya Fetih El-Şam (Eniya El-Nusra berê) tevlî agirbestê bike.

Li gor ajansa “Rueters” ku, hin yekîneyên opozîsyonê (Tevgera Ehrar El-Şam, Ceyş El-Islam, Tevgera Nûredîn El-Zenkî û Feyleq El-Şam) nameyek ji Washingtonê re şandine û tê de nivîsandine, ku pêwîst e rêkeftina Rûsy û Amerîka ya derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de, Eniya El-Fetih El-Şam li xwe bigre, ji ber ku wê eniyê ti êrîş ji derveyî Sûriyê ve encam nedane.

Herwiha, Yekîneyên navborî nerazîbûna xwe li ser xalên rêkeftinê nîşan dan û gotin ew xal derfetê dide hikûmetê Sûriyê ku navçeyên leşkerî kontrol bike.

Li alîkî din, wan yekîneyan pêşwazî li benda derbaskirina alîkariyên mirovî kirin û raghandin, ew amade ne ku hevkariyê digel rêxistinên navdewletî bikin û karmendên wan rêxistinan biparêzin.