Tirkiye bi fermî daxwaza girtina Gulen ji Amerîka dike

Hikûmeta Tirkiyê bi awayekî fermî ji Amerîkayê daxwaza girtina Fethullah Gulen dike, ku ji 17 salan ve li wî welatî dijî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê bi awayekî fermî ji Amerîkayê daxwaza girtina Fethullah Gulen dike, ku ji 17 salan ve li wî welatî dijî.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê bihaneya ku Fethulla Gulen biryara derbeyê dabû û rêveberî ji hewla derbeya ya 15 Tîrmehê re kiribû ji Amerîkayê daxwaza girtina wî dike.

Bi vî şêweyî Tirkiyê li ser hewla derbeyê cara yekem daxwaza girtinê bi şêweyeke fermî ji Amerîkayê kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di destpêka vê mehê de, di civîna bi Serokê Amerêka Barak Obama re ya li lûtkeya G20, ev mijar behs kiribû.

Berpirsekî pilebilind yê Amerîka jî da zanîn ku, Obama ji Erdogan re gotibû, divê biryar girtina Gulen bi awayekî yasayî be, ne sîyasî be.