Li Nisêbînê teqîn: Kesekî canê xwe ji dest da

Li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê di malekî de bombe teqiya û kesekî canê xwe ji dest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê di malekî de bombe teqiya û kesekî canê xwe ji dest da.

Li navçeya Nisêbînê Taxa Yenîşehîrê kesekî bi navê Mehmet Saît Malak ligel 4 kesan bi armanca eşyayên xwe bar bike, ket nav mala xwe. Lêbelê bombeya ku di dema şer û pevçûnên navbera endamên YPSê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de li mala wî hatibû bicihkirin teqiya.

Di encama teqîna wê bombeyê de, Mehmet Saît Malak canê xwe ji dest da.

Li navçeya Nisêbînê qedexeya derketina derva di 14ê Adarê de destpêkiribû û navbera endamên YPSyê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de şer û pevçûnên dijwar rû dabûn. Qedexe li hin taxan hate rakirin, lê li taxa Yenîşehîrê û çend taxên dî hîn jî berdewam e.