“Federalîzm di meha bê de tê ragihandin”
K24 – Navenda N
Sîstema federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê di meha bê de bi awayekî fermî tê ragihandin.
Hevserokê Encûmena Damezrêner ê sîstema federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê Minsûr El-Selom ragihand ku, sîstema federalîzmê meha bê bi şêweyekî fermî tê ragihandin.
El-Selom da zanîn, di heyama 6 mehan de piştî wê dest bi hilbijartinan dibe û bi vê armancê û ji bo danîna girêbesta civakî, her du encûmenên cîbicîkar û yasadananê diçivin, heta ku wek distûrê giştî bête bikar anîn.
Tê zanîn li meha Adara borî sîstema federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê hate ragihandin.