Lavrov ji Amerîka daxwaze çavdêriya agirbestê bike

Wezareta Derveya ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Wezîrê Derve yê wî welatî Sergey Lavrov bi hevşanê xwe yê Amerîkî John Kerry re got ku, divê berpirsên leşkerî yên Amerîkî çavdêriya agirbestê li tevahiya Sûriyê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herwiha lavrov ji Kerry xwast jî, ku belgeyên girêdayî rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsyayê de yên derbarê agirbesta li Sûriyê de bêne belavkirin, da ku li ser çawaniya cibicîkirina xalên wê rêkeftinê “Durûtî” çê nebe.

Wezareta Bergîriyê yê Rûsyê berî çend rojan di daxuyaniyekê de ragihand ku, Amerîka bi sozên xwe derbarê rêkeftina li Sûriyê pabend nabe, herwiha cudahiyê jî nake di navbera komên opozîsyona lîbral û komên terrorist de.

Rêkeftina agirbestê ya ku her du wezîrên derve yê Amerîka John Kerry û yê Rûsyayê Sêrgey Lavrov gihiştibûnê, di roja yekem ya cejna Qurbanê kete warê cîbicîkirinê.