Li Stenbolê girtina endamên DAIŞê berdewam e

DAIŞ xwe amadeyî çalakiyeke mezin dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî ku Dewleta Turkiye bi Artêşa Azad ya Suriye re, li dijî DAİŞê li Cerablûsê operasyon da destpêkirin, derket ku DAIŞ xwe amadeyî çalakiyeke mezin dike.

Gava Hêzên Asayişê pê hesiyan, li Enqereyê dûvçûna Ali El-Elqal yê bi nasnavê Azzoz kirin. Hat zanîn ku endamê eşîreta E'gal ya ku li Suriye piştevaniya DAİŞê dike, li Enqereyê rêveberiya duristkirina çalakiyan dikir. Piştî asayîş pê hesiya ku fermana çalakiyekê bu Stenbolê hatiye dayîn, di ser maleke li Enqereyê de girt û Eli El-Elgal hat desteserkirin.

Di encama jêpîrsînê de, gelek agahî ji Ali el Egal hatin stendin û li gor wan zanyariyan nîva şevê asayîşê di ser warekê de girt. Di encamê de 23 kesên biyanî hatin desteserkirin. Li wî cihî gelek kelûpelên rêxistinî jî bi dest xistin.

Li gor polîsên Tirkiyê rêxistinê ew cih bu kombûnê bi kar tanî. Vepirsîna kesên ku hatine desteser kirin berdewam dike.