Li Brîtanya xwepêşandanek bo piştgiriya penaberan

Li pêşiya ofîsa Serokwezîra wî welatî hat li darxistin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Brîtanya bi beşdariya 20 hezar kes bi siloganên weke "yek cîhan, yek milet û em hemû wek hevin" rêxistina Hemahingiya ligel penaberan xwepêşandanek li darxist.

Xwepêşandan ji cadeya Park Lîn li navenda bajêr dest pê kir û ber bi ofîsa Serokwezîra wî welatî ve bi armanca piştgiriya penaberan bi rêve çû.

Xwepêşandan di demekê de tê ku, Serkirdeyên  Yekîtiya Ewropayê di Duşema bê de dê li Lendenê derbarê rewşa penaberan û kirîza Sûriyê bicivin.

Tê zanîn ku, berî niha Brîtanya redkiribû ku, beşke ji hejmara penaberan li xwe bigre, tenê sozdabû ku, ewê di heyama pênc salan de pêşwaziya 20 hezar penaberên Sûriyê yên di kampên li ser sînorê Sûriyê dimînin bike.