Zarokeke Sûrî di firokeyê de ji dayik dibe

Firoke ji Stenbolê ber bi Siwêdê ve diçû.

K24-Navenda Nûçeyan

Li nav fokeyekê de ku, ji Stenbolê ber bi Siwêde ve difire zarokeke Sûrî ji dayik dibe.

Li gor ajansa Anadolê li ser fiokeya ku, ji Stenbolê ber bi Siwêdê ve diçe jineke Sûrî ligel 3ê zarokên tê de ne, ew jin dugiyane , berî ku, firoke bigehe Siwêde bi 45 xulekan,  êşa jinê zor dibe û zarok ji dayikdibe.

Li firokeyên de bi alîkariya keçeke pispor û du hevkarên wê kurek ji wê jina Sûrî re tê dunyayê, ji aliyê xwe ve jî hemû rêwiyên fiokeyên bi çepikan pêşwaziya zarokê dikin.

Piştî firoke giheşte Siwêdê tîmeke tendirûstî li pêşiya wan bû û ew jin ligel zarokê veguheztin nexweşxanê.