Asayîşa Dêrikê 7 kes ji gundê Banê Şikeftê berdan

Berî niha di êrîşkeê de girtibûn.

K24-Dêrik

Asayîşa bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê 7 kes ji gundê Banê Şikeftê ku, berî niha di êrîşeka xwe de li ser wî gundî girtibûn serbest berdan.

Li go zanyariyên Kurdistan24ê îro, Asayîşa bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê 7 kes ji gundê Banê Şikeftê ji zindanên xwe berdan.

Welatiyên gund aşkere kirin ku, her yek Ehmed Silêman Elo, Cewad Hesen Elo, Cemal Yûsif Şahîn, Yûsif Elaedîn Şahîn, Yasir Mihmed, Umran Hecî Hemîd Elî û Hebeş Yûsif Hebeş serbest hatin berdan.

Ji aliyê xwe ve jî welatiyê gundê Banê Şikeftê da zanîn ku, temenê wan kesên ji aliyê Asayîşa Dêrikê ve hatine berdan di navbera(19-52)salan e.

Di heftiya borî de Asayîşa Dêrikê bi armanca girtina ciwanan bo leşkeriyê zorê êrîş birine ser gundê Banê Şikeftê, di encam de 7 kes birîndarbûn, herwiha hejmarek ciwanan jî hatibûn girtin.