Li Êlihê meş û xwepêşandan hatin qedexekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Êlihê heta 22'ê Îlonê hemû cure çalakî, meş, xwepêşandan û daxuyaniya çapemenî hatin qedexekirin.
Parêzgariya Êlihê bi daxuyaniyeke nivîskî ragehand, bi gûmanên çalakiyên teror û bombekirinê, di çarçoveya yasaya Rewşa Awarte de li Êlih û hemû navçeyan de heta 22'ê Îlonê hemû cure çalakî hatin qedexekirin.
Herwiha Parêzgariya Êlihê diyar kir jî, qeyûmên ku şûna şaredaran hatibûn erkdarkirin, piştî bêhnvedana cejnê dê dest bi kar bikin.
Ji aliyê xwe ve, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dabû xuyakirin, ewê nehêlin qeyûm bikevin avahiyên şaredariyê.